Spor

Fenerbahçe û Bursaspor wê sibê bên pêşberî hev

Pêşbirka Fenerbahçe û Bursasporê wê di saet 20.00an da li Stada Şaredariya Mezin a Bursayê çêbibe

Türkan Tosun  | 20.01.2019 - Rojanekırın : 20.01.2019
Fenerbahçe û Bursaspor wê sibê bên pêşberî hev

Istanbul

ÎSTANBUL 

Di hefteya 18emîn a Lîga Super a Spor Totoyê da Fenerbahçe wê sibê li Bursayê derkeve pêşberî Bursasporê.

Pêşbirka Fenerbahçe û Bursasporê wê di saet 20.00an da li Stada Şaredariya Mezin a Bursayê çêbibe, Cuneyt Çakir wê bibe hakemê pêşbirkê.

Di pêşbirka ewil a fermî ya sala 2019an da Fenerbahçe û Umraniyespor hatin pêşberî hev û Fenerbahçe 1-0 têk çû.

Futbolîstên Fenerbahçeyê Eljîf Elmas û Îslam Slîmanî yên ku di pêşbirkên berê da ceza hildabûn wê nikaribin beşdarî pêşbirka Bursasporê bibin.

Ji bilî van Harun Tekîn, Erten Ersu, Tolga Cîgercî û Oguz Kagan Guçtekînê ku seqet bûne jî wê di pêşbirka bi Bursaporê da neleyîzîn.

Bi tevahî 6 futbolîstên Fenerbahçeyê wê nikaribin bi pêşbirka Bursasporê ra bilîzîn.

Di nîva ewil a sezonê da Fenerbahçe û Bursaspor li Kadikoyê derketibûn pêşberî hev û Fenerbahçeyê 2-1 Bursaspor têk biribû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın