Osman Bilgin
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Tîma Amed Sportîf Fealiyetlerê daxuyand ku wan têkiliya xwe ji futbolîst Oguzhan Matur û Erce Kardeşler biriye.
Futbolîst Oguzhan Matur daxuyand wî têkiliya xwe ji Amed Sportîf Fealiyetlerê biriye.
Maturê 26 salî li ser medyaya civakî daxuyand wî û kluba wî der barê veqetînê da li hev kiriye û wiha got: "Me bi Amedspora ku min gelek bîranînên xweş lê kom kirin ra li hev kir ku ez jê veqetim. Ez dixwazim spasiya hevalên xwe yên tîmê, rahênerên me, serokê me, rêveberên me û xebatkarên klubê bikim ku min di vê heyama kurt da bi wan ra dema xweş derbas kir. Bi taybetî ez dixwazim spasiya gelê Diyarbekirê û alîgirên me yên bi coş ên ku ji roja ewil pê va bi dilgermî pêşwaziya min kirin, bikim. Xatirê we."
- Bi qeleparêz Erce Kardeşler ra jî têkilî hat birîn
Amed Sportîf Fealiyetlerê ji qeleparêz Erce Kardeşler ra jî têkiliya xwe birî.
Di daxuyaniya klubê da hat gotin wan bi qeleparêzê 32 salî ra li hev kiriye ku ew ji tîmê veqete.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi kaptanê me Erce Kardeşler ra piştî lihevkirinê rêya me ji hevdu veqetiya. Em ji bo ked, hewldan û dilsoziya wî ya ji bo kluba me li ser navê formaya Amedsporê spasiya wî dikin. Em ji bo xebatên wî yên din ên ji vir şûn da ji wî ra serkeftinê dixwazin. Spas kaptan."