Spor

Di Serie A ya Îtalyayê da sezona 2020-2021an dest pê kir

Di pêşbirka ewil a sezonê da Fiorentinayê Torino têk bir û bi xalibiyetê dest bi sezonê kir

Önder Beyter  | 20.09.2020 - Rojanekırın : 22.09.2020
Di Serie A ya Îtalyayê da sezona 2020-2021an dest pê kir

Roma

 Di Lîga Fitbolê ya Yekemîn a Îtalyayê (Serie A) da sezona 2020-2021an bi pêşbirkên hefteya yekemîn va dest pê kir.

Di maça yekemîn a hefteya yekemîn a sezonê da Fiorentinayê Torino li mala xwe ezimand. Pêşbirka ku nîvê wê yê ewil 0-0 bi dawî bû, tîma malîvan bi gola ku Gaentano Castrovilli di deqîqeya 78emîn da avêt va 1-0 qezenc kir. Bi vî awayî Fiorentinayê bi xalibiyetê dest bi sezonê kir.

Di maçeke din a hefteya yekemîn da jî Hellas Veronayê Roma ezimand. Di pêşbirka ku 0-0 bi dawî bû da herdu tîman her yekê pûanek sitand.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.