Spor

Di qada navneteweyî da hem dixwaze di tekvandoyê da hem jî di kick boksê da bi ser keve

Volkan Kaşik   | 21.06.2022
Di qada navneteweyî da hem dixwaze di tekvandoyê da hem jî di kick boksê da bi ser keve

Malatya

Werzişvanê neteweyî yê Meletiyê Abdulsamet Aydemir ku di tekvando û kick boksê da bûye şampiyonê Tirkiyeyê û gelek caran serkeftî bûye, dixwaze Tirkiyeyê di pêşbaziyên navneweteweyî da temsîl bike.

Abdulsamet Aydemir bi saya bavê xwe yê ku antrenorê tekvando û kick boksê ye, ji piçûktiya xwe va dest bi sporê kiriye û di tekvandoyê da ketiye tîma neteweyî û di şampiyonan da ser ketiye.

Aydemir piştra berê xwe da kick boksê jî û îsal li Orduyê di Turnuvaya Kick Boksê ya Tirkiyeyê da madalyona zêr qezenc kir.

Werzişvanê ciwan herî dawî di 12-15ê gulanê li Stenbolê di Kûpaya Dinyayê ya Kick Boksê ya Navneteweyî ya 7em da bû 3yem.

Aydemir wê di rojên pêş da beşdarî organîzasyonan bibe. Ji bo vê jî bê navber antrenmanan dike.

Abdulsamet Aydemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku bavê wî antrenor e, ew ji piçûktiya xwe pê va di nava sporê da ye.

Aydemir daxuyand, wî bi tekvandoyê dest sporê kir, piştî serkeftinan ket tîma neteweyî, paşê wî berê xwe kick boksê jî û ew dixwaze di her du branşan da jî serkeftî bibe û Tirkiyeyê temsîl bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın