Yunus Kaymaz
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Di têkoşîna hefteya duyemîn a Gruba Lyê ya Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2026an da Îngiltere û Gana 0-0 beramber man.
Di pêşbirkê da ji sedî 90 top li ber lingê Îngiltereyê bû û di deqîqeya 14emîn da Rice berê xwe da qaleyê, lê top çû derva.
Di nîvê ewil ê pêşbirkê da kontrola lîstikê bi temamî di destê Îngiltereyê da derbas bû, lê Ganayê rê neda ku tu golan bavêje û nîvê ewil 0-0 kuta bû.
Di nîvê duyem da jî tu gol nehatin avêtin û Îngiltere û Ganaya ku di grubê da di rêza yekem û duyem da ne, puanên xwe derxistin 4an. Di grubê da pêşbirka din jî ya Xirvatistan û Panamayê ye.