Yunus Kaymaz
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Di pêşbirka ewil a fînala çaryekê ya Kupaya Dinyayê ya FIFA 2026an da Fransa û Fas wê sibê bên pêşberî hev.
Pêşbirka ku wê li Stada Bostonê çêbibe, wê bi saeta Tirkiyeyê di saet 23.00î da dest pê bike.
Hakemê Arjantînî Facundo Tello wê pêşbirkê bi rê va bibe.
Fransaya ku di Koma Iyê da bû û bi 9 puanan va bû yekemîn, di tura 32emîn da bi 3-0 tîma Swêdê têk bir.
Fransayê di tura dawîn a 16emîn da jî bi 1-0 tîma Paraguayê têk bir û derbasî nav 8 tîmên dawîn bû.
Fasa ku di Koma Cyê da bû û bi 7 puanan va bû duyemîn jî, di tura 32emîn da bi penaltiyan va bi 3-2 Hollandayê têk bir.
Fasê di tura dawîn a 16emîn da jî bi 3-0 Kanadayê têk bir û derbasî fînala çaryekê bû.
Her du tîm di nîvfînala Kupaya Dinyayê ya 2022yan a li Qeterê hatibû lidarxistin da jî hatibûn pêşberî hev û Fransa bi 2-0 bi ser ketibû û cihê xwe yê di fînalê da çêkiribû.
Fransa bi futbolîstên xwe yên Kylîan Mbappe, Ousmane Dembele, Mîchael Olîse û Bradley Barcola va yek ji wan tîmên ku xwedî xetên êrîşê yên herî xeternak ên turnuvayê ye. Tîmê bi saya Mbappe û Dembeleyê heta niha 11 gol avêtin.
Di tîma Fransayê da rewşa futbolîst Aurelîen Tchouamenî yê ku birîndariya wî ya masûlkeyê heye û di tîma Fasê da jî rewşa Ismael Saîbarî yê ku ew jî birîndar e, he jî ne diyar e.