Ali Makram Ghareeb
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Di Kûpaya Dinyayê ya 2026an da lîstina Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Iraqê firotina formeyan zêde kir.
Li mixazeyên sporê yên Kerkûkê ji bo formeyên Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Iraqê eleqeyeke zêde heye.
Piştî zêdebûna firotinê tê gotin ku esnaf di temînkirina formeyan da tengasiyê dikişînin.
Esnafê Kerkûkî Niyaz Mihemed Cuma daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi destpêkirina Kûpaya Dinyayê ra ji bo formeyên Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Iraqê eleqe zêde bû.
Cuma diyar kir ku ew ji zêdebûna firotin û eleqeyê gelekî kêfxweş bû û wiha dewam kir, "Xwezî Tîma Neteweyî ya Iraqê beşdarî hemû turnûvayên Kûpaya Dinyayê bûbûya."
Esnafê Kerkûkû Arî Yaba jî daxuyand ku bi salan e wan ev qas forme nefirotibûn, di nava 10 rojên dawî da wî nêzî hezar forme firotin.
Yaba daxuyand ku bi taybetî hezjêkerên fitbolê beriya pêşbirkê berê xwe didin dikana wî û got ku ew ji firotinê razî ye.