Şener Toktaş
15 Hezîran 2026•Rojanekirin: 15 Hezîran 2026
Bitlîs 1916 Spor di pêşbirka fînalê ya play-offê ya Lîga Amator a Herêmî da Çarşambaspor têk bir û derbasî Lîga 3yemîn bû ku serkeftina tîmê li bajêr bi coş hat pîrozkirin.
Ji bo pêşbirka fînalê ya play-offê ya ku li Stenbolê çêbû, Şaredariya Bitlîsê ekraneke mezin danî li Parka Mevlanayê.
Niştecihên bajêr li herêmê kom bûn, bi kelecan pêşbirk temaşe kirin û pesnê tîma xwe dan.
Pêbirk di dema asayî da 2-2 bi dawî bû, lê Bitlîs 1916 Spor di heyama dirêjkirinê ya ewil da bi golekê va 3-2 pêş ket û pêşbirk qezenc kir û derbasî Lîga 3yemîn a Nesîneyê bû.
Piştî ku fîqa dawîbûnê ya pêşbirkê hat lêhistin, niştecihên bajêr derketin kolanan û serkeftin pîroz kirin.
Welatiyan govend girt, fîşengên hewayî teqandin, meşale vêxistin û serkeftina tîma xwe ya ku piştî salan derbasî lîga profesyonel bû, bi coş pîroz kirin.
Alîgirên tîmê li bajêr bi konvoyên dirêj ên wesayîtan va geriyan.
Waliyê Bitlîsê Ahmet Karakaya, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Tuxgeneral Koray Şensoy, Cîgirê Şaredar Necmî Menteş, Serdozgerê Komarê yê Bitlîsê Emre Genç û Serokê Komîsyona Edaletê Cîhat Ateş jî li ser ekrana mezin a li parkê pêşbirk temaşe kirin.