Spor, Çand û huner

Cirîta spora kal û bavan bi pêşbirkên gundiyên Qersê dewam dike

Cüneyt Çelik  | 10.12.2021 - Rojanekırın : 16.12.2021
Cirîta spora kal û bavan bi pêşbirkên gundiyên Qersê dewam dike

Kars

 Cirîta spora kal û bavan a wekî lîstika şer tê zanîn li Qersê bi pêşbirkên dostane yên gundiyan dewam dike.

Gundî şeveqê hespên xwe ji tewleyan derdixin û piştî amadehiyan hespan diajon qada cirîtê.

Werzişvanên di hin rojên hefteyê da li meydana cirîtê ya li Eqçeqeleya gundê Sêlimê kom dibin van rojan li herêma piştî helîna berfê bûye herî li hespan siyar dibin.

Cirît bi dotî tê lîstin û gelê gundên li der û dorê jî eleqeyê nîşanî cirîtê didin.

Şîmşek Yildirimê Serokê Kuluba Sporên Hespan a Eqçeqeleyê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li meydaneke dijwar cirîtê dilîzin.

Yildirim got ku ji eleqeya welatiyan kêfxweş dibin û wiha pê da çû: "Li erdê cemed hebû, hêdî hêdî vebû. Temaşevanên me îro gelekî kelecanî ne û cirît bi kelecanî dewam dike. Hin hesp hê xam in, em wan jî amade dikin."

Îlhamî Yildizê Serokê Kuluba Cirîtê ya Çiyayê Allahuekberê ya Başkoyê jî got ji bo domandina spora kal û bavan hewl didin û wiha axivî: "Erd dişiqite, em hespan hêdî diajon. Eleqeya temaşevanan zêde ye. Em hewl didin vê spor ji nifşên nû ra bihêlin. Eva spora ji kal û bavan ma. Dikarim bêjim ku ji sporên herî zor ên diyayê yek jî cirît e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın