Spor

Cûdû Cupa Tûrnuvaya Tenîsê ya Navneteweyî ku li Şirnexê hat lidarxistin, kuta bû

Ekrem Payan, Faruk Küçük   | 23.05.2022
Cûdû Cupa Tûrnuvaya Tenîsê ya Navneteweyî ku li Şirnexê hat lidarxistin, kuta bû

Şırnak

 Tûrnûvaya Tenîsê ya Navneteweyî ya Cûdî Cupê ku li Şirnexê hat lidarxistin, piştî lîstina misabaqayên fînalê kuta bû.

Di hîmayeya Wezareta Ciwanî û Sporê da bi piştgirî û kordînasyona Federasyona Tenîsê ya Tirkiyeyê (TTF) û piştevaniya Walîtî, şaredarî û Zanîngeha Şirnexê organîzasyonê di 16ê gulanê da li kampusa zanîngehê dest pê kir. Di çarçoveya organîzasyonê da jin û mêran fînal leyîst.

Alîkarê Wezîrê Karên Derva û Serokê Yekîtiya Ewropayê Balyoz Faruk Kaymakci, Alîkarê Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Enver Îskurt jî pêşbirkên fînalê temaşe kirin.

Alîkarên Wezîran Kaymakci û Îskurt der heqê misabaqayan da ji Walî Osman Bîlgîn û Serokê Federasyona Tenîsê ya Tirkiyeyê Cengiz Durmuş agahî stand.

Di mêran da Omar Hfaiedhê Tûnisî û di jinan da jî Eva Koryshevaya Qazax bû yekemîn.

Kaymakci di merasima kupa û madalyonan da axivî û spasiya kedkarên turnuvayê kir.

Piştî axaftinan madalyon û kupayên werzişvanên ku bi ser ketin, hatin dayîn.

Şaredar Mehmet Yarka, Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Emîn Erkan, Midûrê Ciwanî û Sporê yê Bajêr Abdullah Ayar û Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Cemal Dalman jî beşdarî bernameyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın