Önder Beyter
06 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2026
Di milmilaneya li Stada New York New Jerseyê da ya ku dê malîvaniya fînala Kûpaya Cihanî jî bike, Brezîlyaya ku berî niha 5 caran Kûpaya Cihanî rakiriye û her wiha Norweca ku piştî 28 salan beşdarî tûrnûwayê bû, di tûra 16ên dawîn da hatin hemberî hev.
Haalandê yarîzanê jêhatî yê Norwecê di deqîqeyên 79em û 90em da golên Norwecê avêtin û Norwec li hemberî Brezîlyayê 2-0 ket pêşiyê.
Neymarê yarîzanê stêrk ê Brezîlyayê yê ku ji ber seqetiyê di maçan da bi maweyên kurt dilîst jî di deqîqeya 67em da ket lîstikê û di deqîqeya 90+10an da ji penaltiyê yekane gola Brezîlyayê avêt û skor bû 2-1, maç bi vê skorê bi dawî bû û Norwec derket çaryek fînalê.
Norwec di çaryek fînalê da dê derkeve hemberî serketiyê maça Meksîka-Îngiltereyê.