Spor

Barcelona di Kupaya Qral da derkete tura ser

Barcelonayê li sahaya xwe 4-1 ji Cultural Leonesayê bir û derkete tura ser

Haydar Şahin  | 06.12.2018 - Rojanekırın : 07.12.2018
Barcelona di Kupaya Qral da derkete tura ser

Madrid

MADRİD

Di pêşbirka li Stada Nou Campê hat lîstin da Munîr (Dq.18), Denîs Suarez (Dq.26 û Dq.70) û Malcom (Dq. 43) golên Barcelonayê avêtin û Sene (Dq.54) jî gola Cultural Leonesayê avêt. Malcolmê gogbazê Barcelonayê di deqîqeya 89an da seqet bû û bi girî ji pêşbirkê derket. Barcelonaya ku heqê wê yê guherandina gogbazan nemabû bi 10 kesî pêşbirk domand.

Barcelonayê di pêşbirka li deplasmanê bi Cultural Leonesaya taxima Lîga 3yan ra lîst da 1-0 jê bir. Barcelonayê li sahaya xwe 4-1 ji Cultural Leonesayê bir û derkete tura ser.

Celta Vîgoya ku Emre Mor û Okay Yakuşolu tê da dilîzin jî li deplasmanê li ber Real Socîedadê 2-0 da der û ji kupayê xatir xwest. Okay di deqîqeya 56an da Emre jî di deqîqeya 58an da ji lîstikê hatin derxistin.

Valladolida taxima Enes Unal li mala xwe 2-1 ji Malagayê bir û kete nav 16 taximan. Enes di vê pêşbirkê da yêdek ma.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın