Şener Toktaş, Berfin Sidar Aşit
10 Hezîran 2026•Rojanekirin: 10 Hezîran 2026
Pêşbirka ku li Stadyuma Erenê ya li Navenda Bidlîsê di saet 16.00an da dest pê kir di maweya normal da 0-0 qediya.
Di dewreya duyemîn a dirêjkirinan da tîma mazûbamn di deqîqeya 118emîn da bi gola ku Yusuf Bayram avêt 1-0 pêş ket.
Di deqîqeya 120emîn a pêşbirkê da bi gola ji penaltiyê ya ku Umît Koz avêt ekîba Bidlîsê ferq derxist duyan û pêşbirk qezenc kir û derket fînalê.
Bi bidawîbûna pêşbirkê alîgirên Bidlîsî bi dahol û zirneyê bi fitbolîstan ra govend gerand û serkeftinê pîroz kir.
Waliyê Bidlîsê Ahmet Karakaya, Şaredar Nesrullah Tanglay, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tuxgeneral Bariş Soyal, Midûrê Ewlehiya Bidlîsê Koray şensoy, Midûrê Ewlehiya Hekariyê Attîla Ayata, Rektorê Zanîngeha Bidlîs Erenê Necmettîn Elmastaş, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl, amîrên saziyan û alîgiran pêşbirk temaşe kir.