Emin Ferhat Sevilir, Özgür İlhan
30 Hezîran 2026•Rojanekirin: 30 Hezîran 2026
Piştî piştgiriya 3 milyon û 150 hezar dolarî ya ku avakar û CEOyê Chobanî Hamdî Ulukaya da Erzincanspora tîma bajarê xwe peymaneke nû ya 5 milyon dolarî ya ku heyama pêş me jî derbasdar e û tê da sponsoriya singê ya formayê jî hat îmzekirin.
Digel Ulukaya Waliyê Erzincanê Hamza Aydogdu, Parlamenterê Erzincanê yê AK Partiyê Suleyman Karaman, Parlamenterê Erzincanê yê CHPyê Mustafa Sarigul, Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Batuhan Mumcu, Şaredar Bekîr Aksun, Serokê Kulûba Erzincansporê Alaattîn Yavuz Guneî û endamên lijneya birêvebiriya kulûba sor-reş beşdarî merasima îmzeyû û civîna çapemeniyê ya lu Stadyuma Bajêr a 13ê Sibatê hat lidarxistin bûn.
Berî civînê Ulukaya û endamên protokolê bi fitbolîstên ciwan ra li stadyumê pêşbirkek kirin.
Walî Hamza Aydogdu di daxaftina xwe ya vir da got ku li paş vê civîna çapemeniyê ya hat lidarxistin ked û çîrokek heye.
Aydogdu diyar kir dema ku bi Ulukaya ra bi telefonê axivî bû şahid ku di hesreta welatê xwe da ye û ev gotin:
"Mirovek dikare bajarekî, bajarokekî, gundekî biguherîne. Mirovekî ku ji Erzincanê derketiye û li dinyayê bûye xwedî marqe li welatê xwe, axa xwe, kulûba xwe û li bajarê xwe xwedî derdikeve, ev divê bibe serbilindayiya hemû Erzincaniyan. Wek Waliyê Erzincanê em jî pê serbilind bûn."
Avakar û CEOyê Chobanî Ulukaya jî behs kir ku piştgiriya bo Erzincanê veberhênanek nîne, nîşaneyeke wefaya bo Erzincanê ye û ev gotin:
"Jiyanê me bir dûriyê, parzemîneke din a dinyayê lê di nav salan da ez vê hîn bûm, mirov çiqas bi bedenê xwe dûr biçe jî dilê wî li kû be dimîne aidê wir. Ji ber ku fitbol ji lîstikeke ku li sehayê tê lîstin tenê nîne, zêdetirê wê ye. Fitbol bajarekî diguherîne memleket, di avakirina nsnameya civakî û avabûna bajarên marqe da peywira çîmentoyê dibîne. Ev piştgirî piştgiriyeke bo kulûbeke werzişê nîne. Piştgiriya ji bo bajarekî, ji bo kelecana hevpar a xeyalên zarokan e. Em ji bo ku ji vî bajarî fitbolîstên li dinyayê navdar derkevin divê bixebitin. Di heyama nû da karê me yê pêşîn divê ev be. Ev projeya ku em dê li vir tetbîq bikin heke bi ser bikeve dê ji bo hemû kulûbên Anadoluyê bibe mînak."
Beşdarvan piştî merasima îmzeyê li otleke li Navenda Kaşûn û Werzişên Tebîetê ya Çiyayê Erganê bi hev ra şîv xwarin.