Atletîco Madrîd bû Şampiyonê Liga Ewropayê
Atletîco Madrîdê di fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê da tîma Olympîque Marsîlya 3 û 0 têk bir bû şampiyon
Ankara
ANKARA
Atletîco Madrîdê di fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê da tîma Olympîque Marsîlya 3 û 0 têk bir bû şampiyon.
Di pêşbirka li Stada Lyona hat lîstin da Atletîco Madrîda tîma Îspanyayê bû li Fransayê bû mêvanê Olympîque Marsilya.
Di pêşbirkê de gola ewil di deqîqeya 21emîn de Antoîne Grîezman avêt û nîva ewil 1-0 qediya.
Bi destpêka nîvê duyemîn Antoîne Grîezman dîsa derket qadê û di deqîqeya 49emîn golek din jî avêt û tîmê 2 û 0 bi pêş xist.
Piştra di deqîqeya 89emîn Gabî golek avêt û skor kir 3-0. Pêşbirk 3-0 bi serkeftina Atletîco Madrîdê qediya.
Atletîco Madrîd di 9 sezonan de ev cara 3yemîn e ku Kupaya Lîga Ewropayê ya UEFAyê qezenç dike û dibe muzeya xwe.