Hilmi Sever
02 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2026
Di tura 32yemîn a dawîn a Kupaya Dinyayê FIFA 2026ê da Amerîkaya ku mazuwaniya pêşbirkê kir, 2-0 tîma Bosna-Hersekê têk bir û derbasî tura 16emîn a dawîn bû.
Pêşbirk li Stada Bay Areayê ya San Francîscoyê çêbû.
Nîva ewil a pêşbirkê bi 1-0 serkeftina Amerîkayê va dawî bû.
Di deqîqeya 45emîn da Balogun golek û di deqîqeya 82yemîn da jî Tîllman golek avêt.
Di deqîqeya 64emîn da ji ber ku cezayê karta sor hilda, Balogun ji pêşbirkê derket û tîma wî ma 10 kes.
Belçîkaya ku di tura 16emîn da Senegelê têk bir, bû hevrikê Amerîkayê.
Amerîka û Belçîka wê di 7ê Tîrmehê roja sêşemê bi saeta Tirkiyeyê di saet 03.00î da bên pêşberî hev û ji bo fînala çaryekê têbikoşin.