Osman Bilgin
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Amed Sportif Faaliyetlera ku di Lîga Superê ya Trendyolê da ye, yarîzanê beka çepê Umut Meraş li kadroya xwe zêde kir.
Di daxuyaniya kulûbê da hat destnîşan kirin ku di çarçoveya plansaziya sezona 2026-2027ê da, bi yarîzanê beka çepê Umut Meraşê 30 salî yê ku herî dawîn formeya Eyupsporê li xwe dikir, ra peyman îmza kiriye û wiha hat gotin:
"Em ji bo yarîzanê beka çepê Umut Meraşê 30 salî yê ku herî dawîn formeya Eyupsporê li xwe dikir, dibêjin tu bi xêr hatî malbata Amedsporê, em di bin forma kesk û sor a me da, ji bo wî sezoneke bi tendirust, serkeftî û xweş dixwazin."