Osman Bilgin
29 Hezîran 2026•Rojanekirin: 29 Hezîran 2026
Di daxuyaniya kûlubê da hat diyarkirin, di çarçoveya plansaziya kadroya sezona 2026-2027an da bi Rayan Raveloson ra ji bo 2+1 salan peyman hat îmzekirin ku di Tîma Fitbolê ya Neteweyî ya Madagaskarê da peywira qaptaniyê jî dike.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em ji Rayan Raveloson ra dibêjin 'tu bi xêr hatî' û em jê ra kariyereke serkeftî ya bi formaya Amedsporê dixwazin."