Osman Bilgin
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Di daxuyanîya kulûbê da, hat diyarkirin ku di çarçoveya plansazîya tîma sezona 2026-2027an de bi qeleparêzê 27 salî Alban Lafont ê ku herî dawî di FC Nantes a yek ji kulûbên Lîga 2yemîn a Fransayê da dilîst peyman hat îmzekirin û wiha hat gotin:
"Lafont bi ezmûna xwe ya bilind di Lîga 1 ya Fransa û Serie A ya Îtalyayê da bû yek ji qeleparêzê navdar ên futbola Ewropayê. Golparêzê serkeftî ku di Toulouse, Fiorentina û Nantesê de lîst, bi lîstina salên dirêj di tîmên neteweyî yên koma temenên Fransayê da ezmûneke giring a navneteweyî bi dest xist. Em bi xêrhatina Alban Lafont li malbata xwe ya Amedsporê dikin."