Osman Bilgin
26 Hezîran 2026•Rojanekirin: 27 Hezîran 2026
Di daxuyaniya kulûbê da hat diyarkirin ku bi Krasnîqiyê ku li sehaya navîn û mewkiya aliyê rastî dilîze ra li hev kirin.
Di daxuyaniya Amedsporê ya der barê transferê da ev agahî hatin dayîn:
"Kulûba me di çarçoveya plankirina kadroya heyama 2026-2027an da bi Ermal Krasnîqî ra peymana 2+1 salî îmze kir. Em bawer dikin ku Ermal Krasnîqiyê ku bi xiz, kapasîteya teknîkî û bizaviya di hicûmê da balê dikşîne dê piştgiriyên girîng bide tîma me. Em ji bo Ermal Krasnîqiyê transferê me yê nû ra di bin formaya Amedsporê da di heyama nû da serkeftinê dixwazin, hêvî dikin ku peyman ji bo kulûba me û camîeya me bi xêr be."
Krasnîqiyê ku di tîma neteweyî ya Kosovayê da dilîze heyama borî bi kirê di Legîa Varşovaya nûnerê Polonyayê da lîstibû.