Osman Bilgin
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
Amed Sportîf Faaliyetlera ku di Lîga Trendyol Super Lîgê da ye bi fitbolîstê qada navîn Furkan Soyalp û stoperê Kosovayî Lumbardh Dellova transfer kir.
Li gorî daxuyaniya Amed Sportîf Faaliyetlerê tîma kesk û sor di çarçoveya plankirina kadroya xwe ya ji bo demsala 2026-2027an da bi Furkan Soyalpê 31-salî ra ku herî dawîn ji bo Kayserîsporê dilîst, peymaneke ji bo 1+1 salan îmze kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Amed Sportîf Faaliyetlerê bi stoperê Kosovayî Lumbardh Dellova ra jî li hev kir.
Hat diyarkirin ku tîma kesk û sor di çarçoveya plankirina kadroya xwe ya ji bo demsala 2026-2027an da bi Lumbardh Dellovayê 27 salî re ku di tîma CSKA Sofîayê da dilîst, peymaneke ji bo 3 salan îmze kir.