Halil İbrahim Sincar
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Mêrdîn 1969 Spor di Fînala Play-Offê ya Lîga 2yemîn a Nesîneyê da bû şampiyon û derket Lîga 1emîn a Trendyolê. Alaya terikî ya Mêrdîn 1969 Sporê bi Pireya Fatîh Siltan Mehmetê ya Stenbolê va daliqandin.
Nûnerê Mêrdînê di çar salên dawî da şampiyontiya sêyemîn qezenc kir û piştî 18 salan cardin derket Lîga 1emîn a Trendyolê. Alaya tîmê bi Pireya Fatîh Siltan Mehmetê ku ji nîşaneyên herî girîng ên Stenbolê yek e va hat daliqandin.
Di daxuyaniya ku ji qulûbê hat dayîn da wiha hat gotin, "Alaya me ya navdar wê du rojan bi Pireya Fatîh Siltan Mehmetê va ba bibe."
Mêrdîn 1969 Sporê dîmen bi sernava "Bajarê kevnare yê dîrokî bi rengên xwe yên hêja va li nava Tengavê ye" va li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.