Yunus Kaymaz
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Di Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2026an da Îspanyayê Fransa 2-0 têk bir û di turnuvayê da cara duyemîn derket fînalê.
Îspanyayê di deqîqeya 22yemîn da bi penaltiya ku Oyarzabal avêt va 1-0 da pêşiyê; di deqîqeya 58emîn da bi gola ku Porro avêt va jî 2-0 pêşbirk qezenc kir.
Îspanyaya ji sala 2010an vir va ku bûbû şampiyon, cara ewil derket fînalê. Îspanya wê di fînalê da bi serkeftiyê pêşbirka Arjantîn-Îngiltereyê ra bileyîze.
- Fransayê vê carê fînal nedît
Fransayê di turnuvayê da ser hev cara 3yemîn pêşbirka nîvefînalê leyîst, lê vê carê nikaribû derkeve fînalê.
Fransa di 2018an da li Rûsyayê bûbû şampiyon, di 2022yan da li Qeterê jî di fînalê da li hemberî Arjantînê bi penaltiyan têk çûbû.
- Îspanyayê jimara pêşbirkên ku tê da têk neçûne, derxist 37an
Îspanyayê di 36 pêşbirkên dawî da 27 caran bi ser ket, 9 caran beramber ma û jimara pêşbirkên ku tê da têk neçûne, derxist 37an.
Îspanya herî dawî di 22yê Adara 2024an da li Londrayê di pêşbirka amadehiyê da li hemberî Kolombiyayê 1-0 têk çûbû.