Hilmi Sever
20 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2026
Di milmilaneya li Stada New Jerseyê da maweya asayî bê gol temam bû û lewma maç dirêj bû.
Her wisa berî maweya asayî ya maçê biqede di deqîqeya 90+3yem da Enzo Fernandez bi qerta sor va ji maçê derket û Arjantîn ma 10 kes.
Di maweya dirêjkirî da di deqîqeya 106em da ji Îspanyayê Ferran Torres gol avêt.
Di deqîqeyên mayîn ên maweya dirêjkirî da wekî din gol nehatin avêtin û Îspanyayê Arjantîn 1-0 têk bir û bû şampiyon.
Bi vî awayî Îspanyayê piştî sala 2010an ji bo cara duyem di dîroka xwe da Kûpaya Cihanî qezenc kir.