Tirkiye

"Wê Tirkiye di îstîqrar û ewlehiyê da ber bi hedefên nû bimeşe"

Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Heyama nû jî wê Tirkiye di îstîqrar û ewlehiyê da ber bi hedefên nû bimeşe."

Sevim Hatun  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
"Wê Tirkiye di îstîqrar û ewlehiyê da ber bi hedefên nû bimeşe"

Izmir

ankara

Serokwezîr Bînalî Yildirim: "Heyama nû jî wê Tirkiye di îstîqrar û ewlehiyê da ber bi hedefên nû bimeşe."

Yildirim: (Der barê sê karkerên Tirk ên li Libyayê hatibûn revandin û hatin berdan de) Piştî xebateke mezin, hesas û zehmet hatin xilaskirin, serê sibê hatin welatê me û gihîştin malbatên xwe. Encama xweş pêk hat."

 Yildirim: "Hêviya min ew e ku ev hilbijartin ji bo miletê me bibin wesîleya aramî, aştî û biratiyê. Di qadeke demokratîk de ray tên dayin, atmosfereke xweş heye. Miletê me kom bi kom tê ser sandoqan û rayên xwe didin."

-Bînalî Yildirim li Dibistana Seretayî ya Bahar Yildirimê ya li navçeya Karabaglarê dengê xwe da.

Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an dengê xwe li navçeya Karabaglarê li Dibistana Seretayî ya Bahar Yildirimê ku bi hîbeya zarokên wî hat çêkirin, da.

Welatiyên ku li baxçeyê dibistanê bûn, ji Serokwezîr Yildirim ra çepik li hev xistin û Yildirim bi welatiyan ra sohbet kir û wêne kişand.

Yildirim li baxçeyê dibistanê dergûşa 45 rojî ya Leyla û Îbrahîm Butun da milê xwe, pê ra şa bû û paşê derbasî pola ku sandoqa nimreya wê 2354 e bû.

Yildirim ji wezîfedarên sandoqê ra serkeftin xwest û wiha got, "Bira ji bo welat û milet bi xêr be" û dengê xwe avêt sandoqê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın