Tirkiye

Wezîr Akar û Fîdan li Rûsyayê ne

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê MÎTê Hakan Fîdan bi Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu û rayedarên din ra hatin cem hev

Önder Beyter  | 20.11.2018 - Rojanekırın : 21.11.2018
Wezîr Akar û Fîdan li Rûsyayê ne

Ankara

ANKARA

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Serokê MÎTê Hakan Fîdan çûn Rûsyayê.

Akar û Fîdan bi Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu û rayedarên din ra hatin cem hev.

Akar û Fîdan destê sibehê bi balafira taybet ber bi bajarê Soçî yê Rûsyayê bi rê ketin.

Wezîr Akar û Serokê MÎTê Fîdan li vê derê bi Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu û rayedarên din ra hatin cem hev.

Eşkere bû di peywendiya Akar û Şoygu da ligel mijarên herêmî, rewşa dawîn a li Îdlibê ya piştî rêkeftina li Soçiyê hatin gotûbêjkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.