Tirkiye

TRT wê welatiyên dinyayê yên salê hilbijêre

Merasima Xelatên TRT World Citizenê ya ku ew ê xelatan bidin kesên li çaraliyê dinyayê ji mirovahiyê ra xizmet kirine û xebatê girîng kirine îsal cara ewil were lidarxistin.

Haydar Şahin  | 25.09.2018 - Rojanekırın : 26.09.2018
TRT wê welatiyên dinyayê yên salê hilbijêre

Ankara

ANKARA

Merasima Xelatên TRT World Citizenê ya ku ew ê xelatan bidin kesên li çaraliyê dinyayê ji mirovahiyê ra xizmet kirine û xebatê girîng kirine îsal cara ewil were lidarxistin.

Merasima xelatê ya TRT World Citizenê ya projeya berpirsyariya civakî ya TRTyê ew ê 3yê cotmehê roja çarşemê li Stenbolê were lidarxistin.

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Emîne Erdogana xanima wî ew ê bibin mêvanên rûmetê. Xêncî xelatên werin dayîn ew ê di bernameyê da mijara di kirîza mirovahiyê da rola medyayê jî wek mesele were nirxandin.

Beşdarên ji civaka kar, siyaset, akademî, çand-huner û alikariya mirovahiyê ew ê di Merasima Xelatên TRT World Citizenê da werin ba hev.

TRT World Citizen di sala 2017an da di banê TRTyê da wekî xebata berpirsyariya civakî hat avakirin, îsal cara ewil merasim tê lidaxistin. Ew ê di merasimê da ji bo kategoriyên "Ragihandin", "Serkeftina Tevahiyê Jiyanê", "Perwerde" û "World Citizen"ê da xelat werin belavkirin.

- Xelatê didin 3 çêkerên fîlman ên fînalîst

Xelata perwerdeyê ya salê ew ê bidin perwerdekarê ji bo perwerdeyê bigihîne ber destê serjimara ji perwerdeyê mehrûm maye li pey stratejiyên nûxwaz diçe.

Xelata ragihandinê jî bidin kesekê ji dinyayê yê ku amûrên ragihandinê yên wekî muzîk, huner, medyaya civakî û wêje bi kar aniye di asta herêmî û kurewî da têkilî daniye û ev amûr ji bo jiyana kesên din bi kar aniye.

Xelata serkeftina tevahiyê jiyanê jî bidin kesekê bi xizmet û seroktiyê va tevkarî daye civakê, piraniya emrê xwe di karên xêrê da xebitiye .

Xelata World Citizenê jî ew ê bidin kesekê fedakariyeke mezin kiriye, bi hewl û xebatên xwe va ji merivan ra bûye mînak û emrê xwe ji mirovahiyê ra fîda kiriye.

Ew ê di merasimê da xelatê bidin 3 çêkerên di Pêşbaziya Kurtefîlman a TRT World Citizenê da ketin nav 3 kesên ewil. Ji 4 hezarî zêdetir kesên ji 110 welatan serî li pêşbaziyê dabûn û mijara fîlman jî zarokên penaber bû û ji wan 3 fîlm hatibûn bijartin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.