04 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim ji Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re telefon kir û ew vexwende Mitînga Demokrasî û Şehîdan a ku wê li Yenîkapiyê çêbibe. Yildirim got ku ew der barê nameya Biryarnameyên ku Hikmê Wan Wek Qanûnê ye de jî axivîne.
Li gor agahiya çavkaniyên Serokwezîrtiyê, Serokwezîr Yildirim ji Kiliçdaroglu Serokê Giştî yê CHPê re telefonê kir. Yildirim car din Kiliçdaroglu vexwende Mitînga Demokrasî û Şehîdan a ku wê roja yekşemê li Yenîkapiyê çêbibe û wiha got: "Wek ku Birêz Serokomarê me jî got em dixwazin hûn jî li wir di nav me de bin û em dixwazin dawetkirina xwe dubare bikin."
Serokwezîr Yildirim ji wî re got ku wî nameya Kiliçdaroglu ya ku ji bo şexsê wî şandiye û behsa Biryarnameyên ku Hikmê Wan Wek Qanûnêyê hildaye û wiha dewam kir: "Em ê nameya we û pêşniyazên we bi hûrgilî lêkolîn bikin û binirxînin."