Tirkiye

Serokomar Erdogan Plana Xebatê ya Bo 100 Rojan ya Duyemîn eşkere kir

Serokomar Erdogan: "Di Plana Xebatê ya Bo 100 Rojan ya Duyemîn da em soz didin ku em ê 454 xebatên ku qederê 24 milyar lire ye temam bikin."

Nihat Kavşut  | 13.12.2018 - Rojanekırın : 13.12.2018
Serokomar Erdogan Plana Xebatê ya Bo 100 Rojan ya Duyemîn eşkere kir

Ankara

ANKARA

Serokomar Erdogan: "Di Plana Xebatê ya Bo 100 Rojan ya Duyemîn da em soz didin ku em ê 454 xebatên ku qederê 24 milyar lire ye temam bikin."

Erdogan ji bo qezaya trênê ya li Enqereyê diyar kir wê lêkolîneke berfireh were kirin, berpirsiyar bên eşkerekirin û çi hewce bike wê bê kirin.

 "Me hewesa kesên xwestin rewşa di kuran da dijî hikûmetê biemilînin di gewriya wan da hişt."

 "Em ê firsendê nedin kesên ku dixwazin binê 'keştiya Tirkiyeyê' ya ku 81 milyon kes tê da ne qul bikin."

 "Li hemberî ewqas zehmetiyan di bernameya me ya îcraatê ya rojane a 100 roja ewil da em gihîştin performanseke ji sedî 97an."

 "Me ji 400 projeyên Bernameya Xebatê ya Bo 100 Rojan 340 proje temam kirin."

 "Di pîrozbahiya salvegera 95emîn a Komara me da me abîdeyeke nû ya serkeftinê ji Tirkiyeyê ra çêkir. Etaba ewil a Balafirgeha Stenbolê ya ku 90 milyon rêwî kapasîteya wê heye hat vekirin ku wê di nav abîdeyên şanaziyê yên welatê me da cihê xwe girt."

 "Ji bo 400 çalakiyên di bernameya me ya îcraatê budçeyeke malîyeta wê 43 milyar lire ye hat pêşbînîkirin, ji bo îcraatên hatin kirin jî 37,3 milyar lire hat xerckirin."

"Me Bernameya Serokomariyê ya ji bona 5 salan ku nexşerêya heyama li pêşiya me ye temam kir û em pêk tînin."

 "Ji bo ku alîkariya ciwanên me bê kirin ku ew di dahatûyê da planên xwe yên kar tercîh bikin, em di hemû zanîngehên xwe da Navendên Kariyerê ava dikin."

 "Ji bo ku Tirkiya me rast were bikaranîn em kampanyayeke nû didin destpêkirin. Tabelayên ku estetîka bajarên me xerab dikin em ê bi wan ra têkoşînê bidin."

"Li 81 bajarên me em Navendên Têkoşîna Dijî Karkeriya Zarokan ava dikin."

"Di çarçoveya aştiya îmarê da me serlêdana 8,5 milyon welatiyên xwe hilda, yên mayî em hê hildidin."

 "Di 100 rojên li pêş me em li hemberî sazûmaniya dervayî welêt a FETOyê bi taybetî şaxa wê ya aboriyê hewldanên nû didin destpêkirin."

"Em dest bi çêkirina beşa projeya Xeta Boriya Xaza Siruştî ya TurkAkimê ya li ser axa welatê me dikin û heta dawiya 2019an em ê wî jî biqedînin."

"Ji bo çandiniyê em hilberîna 3 gubreyên bor ên nû didin destpêkirin. Ji bo hezar qadên madenê daxilê aboriyê bibin em îhaleyê didin."

"Ji bo ciwanan seba bibe dengê wan em ê bi navê "Em di heman frekansê de ne" Radyoya Ciwantiyê ava bikin."  

"Di 100 rojên duyemîn ên pêş me da em Plana Têkoşîna Aboriya Neqeydkirî didin amadekirin."

Ji bo zêdekirina veberhênanên sermayeya taybet û seba veberhênanên teknolojiya pêşketî fînansmana alternatîf çêbe Fona Pêşketinê ya Tirkiyeyê wê ava bibe.

 "Di asta duyemîn a bernameya me ya îcraatê da em ronîkirina 35 kîlomêtroyî ya sînorê Îran-Agirî- Îdirê, sîstema şopandina kamerayê, sensora ewlehiyê dixin rewacê."

 "Em Enstîtûya Trafîkê ava dikin, projeyên wekî "Tunela Jiyanê" dixin rewacê û hedefa me ew e ku qezayên trafîkê yên mirî û birîndar çêdibin li gor heman heyama par ji sedî 1 kêm bibin."

Piştî ku pergala randevuyê ya nû ket dewrê, maweya randevuya seba nasname û ehliyetê ji 60 rojî dadikeve 10 rojan.

"Em ê ji bo bihêzbûna îstiqrara fînansal û pêşveçûna sektorê Komîteya Îstiqrara Fînansal û Pêşketinê tesîs bikin."

"Di heyama duyem a 100 rojî da di çarçoveya restorasyona berhemên çandî da restorasyona 8 mizgeft û kuliyeyên dîrokî wê bên kirin."

"Di pêvajoya ji perwerdeya ewil derbasbûna perwerdeya navîn da wê sîstemeke sade, jê tê fêmkirin, bersivê dide daxwaz û pêdiviyên xwendekaran bê avakirin"

Di çarçoveya Bernameya Îcraatê ya 100 Rojên Duyemîn da krîterên bicihkirina dibistanan a ji perwerdeya bingeh bê ezmûn derbasbûna perwerdeya navîn wê werin rojanekirin.

 "Di heyama pêş me ya duyem a 100 rojî da emê kar û barên qebûlkirina keştiyên bin behrê yên 'TCG Dolunay' û 'TCG Doganay'ê temam bikin."

Serokomar Erdogan ragihand, di çarçoveya Bernameya Pêşketina Gundewarî da ji bo 505 veberhênên kutakirî 250 milyon lire hîbe wê were dayîn.

"Di nav sînorên me da qadeke 1,6 milyon mêtreqareyî ku ji ber mayîn û muhimatên neteqiyayî nayê bikaranîn, me xebatên paqijkirina wê da destpêkirin."

Di plana xebatê ya bo 100 rojan ya duyemîn da ji bo rê li ber obezîteyê bê girtin wê 30 navendên obezîteyê bên avakirin.

"Em ê ji bo AKMya li Teqsîmê di meha rêbendanê îxaleyê bikin û temelê wê biavêjin. Em ê wê derê bikine navenda operayê."

Di çarçoveya Bernameya Alîkariya Projeyên Cotkarên Ciwan da wê ji 2 hezar û 250 cotkarên ciwan her yek 30 hezar lire alîkariya hîbeyê bistîne.

"Ji bo hilberîna xwumalî û neteweyî, em ê herî zêde KOBIyên ku di sektora teknolojî û îmaletê da cî digirin 274 milyon lîre alîkariya pereyê bidine wan."  

"Em şaxên pîşeyan ên esnaf û zinaetkaran rojane dikin. Em modela venêrîn û kontrolê ya piyaseya nû didin çêkirin."

"Em ê ji bo îxracatkarên me daneyên kurewî yên li ser bazirganiyê ji nêz va bişopînin, "Platforma Îxracatê ya Elektronîk' ava bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın