Tirkiye

Pisûleyên dengan bi firokeyên eskerî va bela kirin

Li Diyarbekir, Sêrt û Wanê ji bo Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27em torbeyên pisûleyên dengan, wezîfedarên hilbijartinê bi firokeya eskerî va birin hin deverên çiyayî.

İbrahim Atmaca  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Pisûleyên dengan bi firokeyên eskerî va bela kirin

Ankara

DIYARBAKIR/SÎÎRT

Li Diyarbekir û Sêrtê ji bo Hilbijartina Serokomarî û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27em torbeyên pisûleyên dengan, wezîfedarên hilbijartinê bi firokeya eskerî va birin hin deverên çiyayî.

Firokeyê li Fermandariya Gruba Hewayê ya Cendirmeyan a Diyarbekirê rabûn û torbeyên pisûleyên dengan û wezîfedarên hilbijartinê hilda li navendên navçeyan hildan û li taxên Uçdamlar, Oyuklu, Tepe û Kayacikê yên Liceyê, Topçulara Haniyê, Yokuşluya Dîcleyê û taxên Bayir û Aygunê yên Qulpê danîn.

Sêrt

Firokeyên eskerî yên ku li Fermandariya Tûgaya Komandoyan a 3yem a Sêrtê jî rabûn, ji navendên navçeyên Erûh, Perwarî, Şîrwanê wezîfedarên hilbijartinê û torbeyên pisûleyên dengan hildan û ji ber ewlehiyê li 12 herêmên hilbijartinê yên hersê navçeyan danîn.

Hat gotin ku piştî dengdayînê firoke wê cardin wezîfedar û torbeyên dengan hildin û bibin serokatiyên lijneya hilbijartinê yên navçeyan.

Wan

Li Wanê jî firokeyên eskerî ji Fermandariya Fîloyê ya Asayîşa Cendirmeyan a Wanê rabûn û ji Qereqola Cendirmeyan a Konalgayê wezîfedarên hilbijrtinê û pisûlayên dengan hildan û ji bo hin taxên navçeya Çatakê rabû.

Firokeyan li Sirmali, Dokuzdam û Begendîkê ku nêzî 80 kîlomêtreyî dûrî navenda bajêr in danî.

Piştî dengdayînê firoke wê cardin wezîdefar û torbeyên dengan hildin û bibin serokatiyên lijneya hilbijartinê yên navçeyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.