Tirkiye

Pirsgirêka herî mezin a Sûriyeyê li rojhilata Feratê lîla terorê ye

Serokomar Erdogan: "Vê gavê ji bo paşeroja Sûriyeyê pirsgirêka herî mezin, li rojhilata Feratê lîla terorê ye ku di hîmayeya hin mitefîqên me da mezin dibe."

23.09.2018 - Rojanekırın : 23.09.2018
Pirsgirêka herî mezin a Sûriyeyê  li rojhilata Feratê lîla terorê ye

Istanbul

ANKARA

 Serokomar Erdogan: "Vê gavê ji bo paşeroja Sûriyeyê pirsgirêka herî mezin, li rojhilata Feratê lîla terorê ye ku di hîmayeya hin mitefîqên me da mezin dibe."

 "(Lijneya Giştî ya NYê) Ez ê di axaftina xwe da balê bikşînim ser krîzên însanî û ji bo ku seba van pirsgirêkên ku wijdanan birîndar dike çareserî were dîtin, ez ê bang bikim."

"(Der barê êrîşa terorê ya li Îranê da) Em niha naveroka wê nizanin çi heye, çi tune. Lê duh êvarê pê va 29 kes mirin, hejmara miriyan jî pir û pir zêde ye. Bi rewşeke wiha va hesasiyetên li herêmê her ku diçe zêde dibe."

 "(Axaftina bi Trump ra) Heke ji aliyê Amerîkayê va daxwaz were kirin em ê binirxînin. Vê gavê tiştek tuneye."

 "(Pêşnûmaya efûyê ya MHPê) Me der barê mijarê da hin daxuyanî bihîstin, lê di vê mijarê da rêgeza me ya sereke ev e; weke hûn dizanim min berî niha jî ev gotibû, heke (sûc) li dijî dewletê were kirin rayeyay efûyê ya dewletê dibe, lê heke li dijî şexsan hatibe kirin, rayeya vê di destê dewletê da nîne."

Serokomar Erdogan ragihand ku Balafirgeha Nû ya Stenbolê wê di 29ê Cotmehê da vebe.

Serokomar Erdogan: "Wek AK Partî niha armanca me ew e ku di hemû şaredariyan da em beşdarî hilbijartinê bibin û ji bo vê amadehiyên xwe bikin. Di mijara Îttîfaqa Cumhurê da niha hesasiyeta me çibe, ji vir şûn da jî emê helbet vê hesasiyetê biparêzin. Em dixwazin di nav hevkariyeke wiha da tevbigerin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın