22 Îlon 2016•Rojanekirin: 22 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Prof. Dr. Mehmet Altanê ku rojek beriya hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) beşdarî bernameyeke televizyonê bûbû û ji ber gotinên xwe yên sublîmînal ên der barê derbeyê da hatibû binçavkirin, li dadgeha ku hat sewqkirin hat girtin.
Rojnamevan û nivîskar Ahmet Altanê kekê Mehmet Altan ku ji ber heman bernameyê hatibû binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Ahmet û Mehmet Altanê ku di lêpirsîna FETOyê da hatibûn binçavkirin sewqî Hakimtiya Cezayê Silhê ya 10emîn a Stenbolê kirin.
Dadgehê der barê Mehmet Altan da ji ber sûcê "Endamtiya rêxistina terorê û hewldana jiholêrakirina hikûmeta Komara Tirkiyeyê" biryara girtinê da.
Dadgehê der barê Ahmet Altan da biryara kontrola edlî da û serbest hat berdan.
Hat bihîstin ku Ahmet Altan li dadgehê ji dadger ra gotiye, "Heyata min bi têkoşîna dijî derbeyan derbas bûye."