04 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Dema hewla derbê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) tîmên harekata taybet li dijî leşkerên ku Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê girtin, operasyon kir. Amîrê tîmên harekata taybet got: "Midûrê emniyeta me Çalişkan dema ku got 'yê ku ditirse û naxwaze bikeve operasyonê, dikare vê derê terk bike' me wiha bersiv dayê 'em heta dawiyê ligel we ne, heta xwîna me birije em ê şer bikin'."
Piştî ku polês û welatiyan li dijî hewla derbê li ber xwe dan û serketin, hema bê her roj çîrokeke nû ya qehremananiyê derdikeve.
Alîkarê komîser ku di Midûriya Şaxa Harekata Taybet a Midûriya Emniyeta Stenbolê da wezîfedar e û di hewla derbê da li dijî leşkerên ku Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê girtin wek qehremanan şer kir, ji nûçegihanê AAyê ra behsa wê şev kir.
Amîrê tîmên harekata taybet nexwast navê xwe bibêje û got ku wan ew şev li ser Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê bi Midûrê Emniyeta Stenbolê Mustafa Çalişkan ra operasyon li dar xist.
Amîrê tîman diyar kir, ew roj di saet 22.30î da wiha hat gotin, "grûbek leşker bi wesaîtên bizirx va Pira Bogazîçiyê girtiye û hewl didin ku derbê bikin", li ser ew bi lez û bez ji Midûriya Şaxa Harekata Taybet a li Balafirgeha Ataturkê derketin û di demeke kurt da gihîştin pirê, wan dît ku grûbek leşker bi tank û wesaîtên bizirx va rê girtiye û li der û dorê tertîbat hildane.
- "Me heta dilopa xwîna xwe ya dawîn şer kir"
Amirê tevgera taybet daxuyand ku Midûrê Ewlehiya Stenbolê Mustafa Çalişkan hatiye li ser pirê û bi wan re wiha gotiye: "Komeke biçûk a di nav TSKê de hewl didin ku derbeyê bikin. Eleqeya van leşkeran û yên ku em bi hev re li Rojlihatê û Başûrê Rojhilatê wezîfeyên dikin tune. Serkirdeyên dewleta me û gelê tirk piştevaniya me dike. Em ê gavên xwe paş ve neavêjin û heta dilopek xwîna me ya dawîn bimîne em ê têbikoşin. Heke hewce bike em ê bi hev re şehîd bibin. Yê ku dikeve şikê, ditirse an naxwaze beşdarî operasyonê bibe dikare terka vir bike."
Amir got ku wan jî ji midûr Çalişkan re wiha gotine: "Em heta dawiyê li cem we ne, heta dilopek xwîna me ya dawîn bimîne em ê şer bikin, em ê bi can û dil bibin şehîd."
Polêsê tevgera taybet got ku ew û 15 polêsên tevgera taybet bi hev re çûne li ser pirê û wiha dewam kir: "Dema me li ser pireyê tevdîr didît welatî hatin. Leşkerên derbekar gule berdan li ser welatiyan û me jî bersiv da wan û pevçûnek giran çêbû. Paşê me birîndar û şehîdan bi ambulansan kir û şand."
- "Heta serê sibê pevçûn çêbû"
Amir got ku wan li ser fermana Midûrê Ewlehiya Stenbolê Mustafa Çalişkan bi TOMAyan ve barîkat çêkirine û wiha dewam kir: "Dema ku TOMAyan barîkat danîn derbekeran vê carê jî ji tanqan top avêtin. Topeka ku ji tanqê hat avêtin TOMAyê qul qir jê derbas bû û çû li sivîlên texma rewastgeha metroyê bûn ket. Li vê derê gelek welatiyên me şetît ketin û birîndar bûn. Li ser vê me jî careke din mudaxale bir ser eskeran. Bi piştgiriya milet û midûrê me va heta serê sibehê me şer kir. Derbekeran dîtin ku nikarin birevin xilas bibin li ser vê jî serê sibehê teslîm bûn. Piştî ku me derbekeran binçav kir welatiyên me jî derketin ser tanqan û alayên Tirkiyeyê vekirin."
Midûrê Ewlehiya Stenbolê Mustafa Çalişkan di dema hewla derbeya FETOyê da hatibû ser Pireya Şehîdên 15 Tîrmehê û eskeran gule berdabûn wî, tişt bi Çalişkan nehat lê Munîr Alkanê li bal wî ku di Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re da wezifedar bû şehît ketibû, polês Mehmet Onay jî xedar birîndar bûbû. Ozgur Taşdemirê ku piştî hewla derbeyê tayînî Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê hat kirin jî birîndar bûbû.
Di hewla derbeyê da li ser Pireya Şehîtan a 15 Tîrmehê 2 jê polês 31 kes şehît ketibûn û 3 jê polês 168 kes birîndar bûbûn û 5 esker jî hatibûn kuştin.