06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
ŞANLIURFA
Hewla PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ku xwest ji bo dîwarên moduler ên li ser sînor sivîl û hêzên ewlehiyê bîne hemberî hev, bi ser neket.
PYDya ku xwest çêkirina dîwarên li Karkamişa navçeya Gazîentabê û Sirûca navçeya Şanliurfayê asteng bike, bi hincetên cuda gel rakir ser piyan û xwest li ser sînor bi gel nobetê bide girtin.
PYDya ku dixwaze çêkirina dîwaran asteng bike xwest gel û hêzên ewlehiyê bîne hemberî hev.
Hêzên ewlehiyê ji aliyê Tirkiyeyê va ji bo ewlehiyê dîwarên ku 3,6 mêtro ne çêdike ku li serê têlên moduler hene. Ekîban heta niha 5 kîlomêtro dîwar danîne, piştî kutakirina xebatan wê bi kamerayên ku bi şev jî dixebitin dixwazin xeta sînor ji rêxistinên terorê ra bigirin.
"PYD ji van xebatên sînor aciz e"
Waliyê Şanliurfayê Gungr Azîm Tuna di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Tirkiye seba ewlekariya sînorê xwe, xebatekê dimeşîne.
Tuna bal kişand ku di van xebatan da sînor nayê binpêkirin û kordînat tên bicihkirin û wiha dewam kir, "Rêxistina terorê PYD li Eyn el Erebê xelkê tûj dike û dixwaze ku van fealiyetan asteng bike."
Tuna diyar kir ku dîwarên modulerê dê li ser sînor rêya bihurîna qaçax asê bike û wiha berdewam kir, "Xebatên me yên sînor dê ne bi tenê dîwarlêkirin be. Pergala kûle û kamêra jî dê bên sazkirin. Her cure bihurîna li sînor dê bi temamî bête astengkirin."
Tuna destnîşan kir ku baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyê PYD ji van xebatên sînor aciz e û wiha pê da çû: "Ya ku li hemberî me ye jixwe ne dewletek e, rêxistineke terorê ye û armanca wê jî Tirkiyeyê û herêmê bêdesthilatî hiştîn e. Nikaribûn gel îqna bikin, konên ku li hember danîne hatin rakirin. Welatiyan ew der terk kirin. Li wir xebatên me hê dewam dikin û me bibiryar ev nîşan da. Destdirêjî li qada hember nayê kirin, mirovan ev rastî fêm kir. Fêm kirin ku PYD di vê mijarê de ne xwedî nêteke baş e. Daxuyaniyên me di vê mijarê de tesîrek kir. Ez spasiya hêzên me yên ewlehiyê dikim."
- Lîstika PYDê neçû serî
Tuna got ji bo ku Tirkiye di raya giştî ya Navneteweyî de bikeve nav rewşeke nebaş hewl tê dayîn lê hêzên ewlehiyê guh nadin tehrîkan.
Tuna destnîşan kir ku rêxistina terorê agahiyên şaş dide, li Tirkiyeyê jî hin kom bang dikin ku mirov li ser sînor kom bibin û wiha axivî: "Wek ku hûn jî zanin ew rayên ku dane partiyekê bi taybetî wan însanan bi dilê xwe nedane. Ji ber vê jî ev mirov ne ew kesên ku bikaribin di çalakiyên terorî da bên bikaranîn in. Van merivên hanê 15 tîrmehê dîtin, lîstikên ku li ser vî welatî tên lîstin dîtin. Êdî tu kes guh nade van bangewaziyên wan û ber bi wan va naçe. Kî/kê biçe encax ew kesên ku di nav vê bêbextiyê da na û hişê wan li derekê din e diçin wê derê. Însanên me yên binamûs û rast êdî tevlî lîstikên wiha nabin. Ji wan ra çi dimîne li vî welatî dema wisa nebe herî zêde dafik datînin, sûîqastan dikin, êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî dikin û hewl didin bi vî şeklî zirarê bidin. Li Tirkiyeyê tiştê niha diqewime ev e. Binihêrin hûn jî dibînin êdî li meydanên ku ew xîtap dikin vala ne. Êdî ewqas hêsan nîne ku gel tevlî çalakiyên komî bikin lewra ew hesabên wan tevlihev bû, derket holê û eşkere bû. FETOyê hilde li PKK û yan jî li DAEŞê bixe derket holê ku ew hemû ji bo heman armancê xizmet dikin."
- "Ev xebat teqez pir girîng in"
Walî Tuna bi bîr xist ku bi qasî 220 kîlometre sînorê Sûriyeyê bi Şanliurfayê ra heye û ewlehiya li ser sînor wê rê li çalakiyên terorî bigire û wiha pê da çû: "Xebatên li vê derê bi tenê ne ji bo Şanliurfayê li vê derê belkî ji bo hemû herêmê û hemû Tirkiyeyê xwediyê potansiyeleke mezin e û ji ber vê jî girîng in. Divê ev yek baş bê fehmkirin."