Önder Beyter
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
BITLÎS
Li Xelata navçeya Bidlîsê zarok bi xizeka keran va ka û kesê dikişînin gomê.
Li gundê Seyrantepeyê zarok bi xizeka keran va ka û kesê ku havînê mezinên wan ji bo heywanan dirûtiye û kutaye, dikişînin gomê.
Zarok bi vê xebata xwe va hem alîkariyê didin malbatê û hem jî wextê xwe xweş derbas dikin.
Ali Riza Çaglar ku pez xwedî dike, destnîşan kir ku ji ber sir û sermaya zêde ew nikarin heywanê xwe derxin derva û alif bidinê û lewma jî ew bi xizekan va debara wan dibin, dikin ber wan.