12 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
VAN
Li Wan û Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da rêvebirên HDP û DBPê jî di nav da 47 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, di çarçoveya lêpirsîna li ser şaxa bajêr û ciwanan a PKKya rêxistina terorê ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê dimeşîne da ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê û Harekata Taybet a Midûriya Emniyeta Bajêr di heman demê da operasyon birin ser gelek adrêsan.
Di operasyonê da li serokatiyên bajêr û navçeyan yên HDP û DBPê jî lêgerîn hat kirin. Piştî lêgerînan 40 kes hatin binçavkirin û di nav van da rêvebirên du partiyan jî hene.
- Hekarî
Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Hekariyê dimeşîne da li hin adrêsan di heman demê da operasyon hat kirin.
Di operasyonê da Hevserokê Bajêr yê HDPê Metîn Besî jî di nav da 7 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku gumanbar birin midûriya ewlehiyê.