Tirkiye

Li Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê

Ji bo Wan, Bitlîs û Hekariyê hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn

İbrahim Atmaca  | 20.01.2019 - Rojanekırın : 22.01.2019
Li Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê

Van

VAN

Ji bo 4 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, serê sibê û bişev qeşa û cemed wê çêbe, cî bi cî mij û xumam çêbe.

Li herêmê germa hewayê wê zêde neguhere. Li ser Gola Wanê hewa wê kêmewrayî be.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Mûşê 16, li Hekariyê 15, li Wanê 8, li Bitlîsê 18 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê li Wanê 2, li Hekariyê 0, di bin sifrê da li Bitlîs û Mûşê 3 pile tê payîn.

Li tevahiya herêmê qeşa û li deverên bilind şepe tê payîn û ji ber vê jî hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın