Li dijî xebatkarên Fermandariyên Bejayî û Behrê operasyona FETOyê
Di lêpirsînên FETOyê yên li Fermandariyên Bejayî û Behrê da jê 18 muvazzaf der barê 61 şikbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn
Ankara
ANKARA
Di lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li Fermandariya Hêzên Bejayî û Fermandariya Hêzên Behrê da dimeşîne da jê 18 li ser kar der barê 61 şikbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Serdozgeriyê daxuyand der barê 13 bînbaşî û 12 yuzbaşî yên di Fermandariya Hêzên Bejayî da dixebitin û 24 sertegmen, 7 tegmen û 5 astsubayên di Fermandariya Hêzên Behrê da dixebitin da ji ber ku ew bi meleyên mahrem ên rêxistinê ra li ser telefonê hin caran li ser hevdu û hin caran jî demkî axivîne biryara binçavkirinê hat dayîn.
Hat daxuyandin ji şikbaran 18 kes hê li ser wezîfeyê ne.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê ji bo ku şikbar bên girtin operasyon da destpêkirin.