Tirkiye

Li dewsa kurdeleyê bi penêrê çîçal ê 21 mêtreyî fuar vekirin

Di merasima vekirina Fuara Tehm û Xurekên Herêmî ya 2018an a Gurme ya Diyarbekirê da li dewsa kurdeleyê penêrê çîçal ê 21 mêtreyî birîn

Haydar Şahin  | 14.11.2018 - Rojanekırın : 18.11.2018
Li dewsa kurdeleyê bi penêrê çîçal ê 21 mêtreyî fuar vekirin

Diyarbakir

DİYARBAKIR

Di merasima vekirina Fuara Tehm û Xurekên Herêmî ya 2018an a Gurme ya Diyarbekirê da li dewsa kurdeleyê penêrê çîçal ê 21 mêtreyî birîn.

Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu di merasima vekirina fuarê ya li Navenda Kongre û Fuarê ya Diyarbekirê ya TUYAPê hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku fuar ciyekî wisa ye ku dewlemendiyên çand û edetan ên bi hezaran salî tîne ba hev.

Guzeloglu destnîşan kir ku Diyarbekir xwediyê dîrokeke 10 hezar salî ye û di vê dîrokê da ji mîmariyê bigrin hetanî cotkariyê, ji dewlemendiya çandê bigrin hetanî cureyên xurekê gelek tişt hene.

Guzeloglu got, "Hemû xizmetên ji ber îxaneta rêxistina terorê derengî ketine tînin Diyarbekirê" û wiha pê da çû:

"Em nasnemeya navendî ya Diyarbekirê ya qedîm a ku tesîra wê li ser herêmê heye dîsa derdixin holê û ji ber vê jî kêfxweş in. Biryar hat dayîn ku li Diyarbekirê ofêsa vîzeyê ya xizmetê dide Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê were vekirin, bira bi xêr be. Biryar hat dayîn ku ji bo Diyarbekirê gundê navenda lojistikê were texsîskirin."

- Li dewsa kurdeleyê penêr birîn

Piştî axaftinê Walî Guzeloglu û ezayên protokolê ji bo vekirina fuarê derketin ser dikê û li dewsa kurdeleya vekirinê penêrê çîçal ê Diyarbekirê yê 21 mêtreyî hat birîn.

Di vekirina fuarê da qedayîfê 10 mêtreyî yê ku motîfên Diyarbekirê li ser hene bal kişand.

Fuara ku ji 28 bajaran 112 sazî beşdar bûnê ew ê 5 rojan vekirî bimîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın