İbrahim Atmaca
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Di hilbijartina giştî ya parlamenteriyê da li 12 bajarên ku HDP lê bû yekemîn, rêjeya dengê HDPê di hilbijartina parlamenteriyê ya 24ê hezîranê da kêm bû.
Li gor encamên nefermî di Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 27an da rêjeya dengên HDPê li gor hilbijartina 1ê mijdara 2015an li 12 bajarên ku di nav da Diyarbekir, Şirnex, Sêrt, Tuncelî, Wan û Hekarî hene û lê yekemîn bû, kêm bû.
Li gor rêjeya hilbijartina 1ê mijdara 2015an dengên HDPê di hilbijartina duh da li Diyarbekirê ji sedî 72,8an daket ji sedî 66,71an, li Sêrtê ji 58,3ya daket 52,18an, li Batmanê ji 68,2yan daket 63,44an, li Mêrdînê ji 68,4an daket 60,41an, li Şirnexê ji sedî 85,5an daket 71,54an, li Tunceliyê ji 55,9an daket 51,76an, li Îdirê ji 52,6an daket 43,94an, li Wanê ji 65,5an daket 60,23yan, li Bilîsê ji 48,60î daket 43,14an, li Mûşê ji 60,63yan daket 50,96an, li Hekariyê ji 81,96an daket 71,11an û li Agiriyê ji 68,1an daket 63,54an.
- AK Partiyê li 9 bajaran dengê xwe zêde kir
Li gor rêjeya hilbijartina 1ê mijdara 2015an rêjeya dengên AK Partiyê di hilbijartina duh da li Sêrtê ji 36,7an derket 38,48an, li Mêrdînê ji 28,5an derket 29,8an, li Şirnexê ji sedî 11,1an derket 17,27an, li Tunceliyê ji 11,7an derket 13,54an, li Wanê ji 30,74an derket 31,29yan, li Bilîsê ji 44,14an derket 50,07an, li Mûşê ji 34,46an derket 34,99an, li Hekariyê ji 13,79an derket 19,40î û li Agiriyê ji 26,9an derket 28,04an.