Tirkiye

Kesên di nav cî û nivînan da li ser "sandoqên seyar" dengê xwe didin

17 hezar û 258 hilbijêrên ku li gor tesbîtê ji ber nexweşî û astengiyê di nav nivînan da ne, dengê xwe diavêjin "sandoqa seyar" ku li Tirkiyeyê cara ewil tê danîn.

İbrahim Atmaca  | 24.06.2018 - Rojanekırın : 25.06.2018
Kesên di nav cî û nivînan da li ser "sandoqên seyar" dengê xwe didin

Ankara

ANKARA 

17 hezar û 258 hilbijêrên ku li gor tesbîtê ji ber nexweşî û astengiyê di nav nivînan da ne, dengê xwe diavêjin "sandoqa seyar" ku li Tirkiyeyê cara ewil tê danîn.

Ji bo hilbijêrên ku nikarin ji nav cî û nivînan derkevin seba ku di Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an da dengê xwe bidin sepana "sandoqa seyar" ket rewacê.

Nexweş û astengdarên ku nikarin herin ser sandoqê, forma beyana astengdariyê tije kirin û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dan. Lijneyê serlêdana wan qebûl kir ku li ser sandoqên seyar dengê xwe bidin.

Ev sepan cara ewil di vê hilbijartinê da ket rewacê. Sandoq wê here ber piyê kesên nexweş û astengdar. Bi vî şeklî 17 hezar û 258 kes wê dengê xwe biavêjin hezar û 303 sandoqan.

Li her dera welêt heke ku heta saet 17.00î sandoq nebiribin navnîşana kesên ku navê wan di lîsteya sandoqa seyar da hene, wê sandoqên seyar bibin navnîşanan ku ev hilbijêr dengê xwe bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.