Tirkiye

Ji wezîrê Îngiliz îtirafa 'me di referandumê da xeta kir'

Wezîrê Hawirdor, Xida û Karên Gund Michael Gove der heqê şêweya welatê xwe di kampanyaya referandumê ya veqetandina (Brexit) ji Yekîtiya Ewropayê da Tirkiye anî rojevê da welatê xwe rexne kir

İbrahim Atmaca  | 17.07.2018 - Rojanekırın : 18.07.2018
Ji wezîrê Îngiliz îtirafa 'me di referandumê da xeta kir'

London

LONDRA

Wezîrê Hawirdor, Xida û Karên Gund Michael Gove der heqê şêweya welatê xwe di kampanyaya referandumê ya veqetandina (Brexit) ji Yekîtiya Ewropayê da Tirkiye anî rojevê da welatê xwe rexne kir.

Rojnameger û nivîskar Tom Baldwin bi navê “Ctrl Alt Delete” pirtûkek nivîsî û tê da qala geşedanên siyasî yên referanduma Brexitê û piştî referandumê dike. Di pirtûkê da qala hevpeyvîna ku bi Gove ra hat kirin jî dike. Gove ji bo ku Îngiltere ji Yekîtiya Ewropayê veqete yek ji serkarên kampanyayê bû.

Gove îdia dikir ku heke Îngiltere di Yekîtiya Ewropayê da bimîne, wê ji Tirkiyeyê koçeke mezin hilde. Gove li ser bibîrxistina vê îdiayê û li ser pirsa ku wî wê demê "xîtabî hestên pespaye yên hilbijêran kir" û ew ji vê kêfxweş e an na, wiha got, "Ez dizanim hûn qala çi dikin. Erê. Kampanya tenê ji min ra bima, wê cuda bûya."

Gove diyar kir ku ew li ser kirinan difikire bê ka wan her tişt rast kir an na û wiha dewam kir: "Li gor hesteke min me her tişt bi tekûzî rast nekir. Karekî dijwar e."

- Îdiayên Gove

Gove di pêvajoya referandumê da daxuyanî dabû û îdia kiribû ku Tirkiye jî di nav da 4 welat heke têkevin Yekîtiya Ewropayê Îngiltere wê di nav çend salan da ji 5 milyonî zêdetir penaberên nû hilde.

Gove di daxuyaniyeke xwe ya din da jî wiha gotibû, "Meriv bîne mafê seyahata bêvîze bide 77 milyon Tirkan û ji Iraq, Îran û Sûriyeyê qadeke bêsînor veke, di vê heyama ku teror zêde bûye da li gor min li gor berjewendiya nîne."

Serokwezîrê wê demê David Cameronê ku wê demê dixwast Îngiltere ji Yekîtiya Ewropayê veneqete jî der heqê endamtiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê da wiha gotibû: "Di sala 1987an da serlêdan kiribûn, divê 35 feslan temam bikin, di sala 3000î da dikarin beşdar bibin. Hûn çawa dengê xwe didin bidin, lê Tirkiye wê di demeke nêz da nebe endamê Yekîtiya Ewropayê."

Îngiltere di 23ê hezîrana 2016an da referandum kiribû û biryar dabû ku ji Yekîtiya Ewropayê veqete.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.