Tirkiye

Ji bo KPSSyê li malê xebitî û kete rêza ewil

Îbrahîm Ozekê ji Beşa Endezyariya Înşaetê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Sakaryayê mezun bibû û li Qurtalana navçeya Sêrtê dijî îsal li mala xwe ji bo ezmûna KPSSyê xebitî li Tirkiyeyê di rêza ewil da cî girt

Haydar Şahin  | 20.09.2018 - Rojanekırın : 22.09.2018
Ji bo KPSSyê li malê xebitî û kete rêza ewil

Siirt

SİİRT 

Îbrahîm Ozekê ji Beşa Endezyariya Înşaetê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Sakaryayê mezun bibû û li Qurtalana navçeya Sêrtê dijî îsal li mala xwe ji bo ezmûna KPSSyê xebitî û di puanê P3yê da 100 puan sitand û li Tirkiyeyê di rêza ewil da cî girt.

Ozekê ku li Qurtalanê dijî ji 8 zarokên malbata cotkar yek e. Ozek çavên xwe berî rêza ewil a Tirkiyeyê da û di rêbendana 2018an da dest bi xebatên KPSSyê kir.

Ozek pêşiyê di rojê da 1-2 saet dixebitî û dema meh û nîvek ma ezmûn were kirin jî di rojê da 7-8 saet ders xebitî. Ozek di ezmûna ceribandinê û çanda giştî da 57 bersivên rast û 3 bersivên şaş da û rêza ewil a ezmûnê bi dest xist. Ozek di puanê KPSS-P3yê da 100 puan sitand, di KPSS-P2yê da jî 99,5 puan stand.

Îbrahîm Ozek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di xebatên xwe da hedef eşkere kir û ji bo hedefa xwe li gor pîlanê tevgeriya.

Ozek got ku di ezmûna sala 2016an da puanekî baş sitand lêbelê nekete nav 100 kesên di rêzên ewil da û wiha axivî: "Min çima vê carê ji ya din baştir nebe? û di rêbendanê da dest bi xebatan kir."

Ozek diyar kir ku kesên ji bo ezmûnê dixebitin di mehên dawîn da dev ji xebatê berdidin, wî wisa nekir û bi nêzbûna ezmûnê va giraniya xebatê zêde kir.

- "Serkeftin karekê kolektîf e"

Ozek destnîşan kir ku di dema xebata dersan da malbat a wî û hevalên wî piştgirî danê jê ra dia kirin û wiha pê da çû: "Dema min dît ketime rêza ewil zehf şad bûm. Min ji malbat û hevalên xwe ra jî got em bi hev ra şa bûn. Ya rastî serkeftin karekê kolektîf e."

- "Min nexwend, zarokên xwe da xwendin"

Cemal Ozekê bavê Îbrahîm jî got ku zehf dixwast bixwîne lêbelê firsend nedît bixwînê ji ber vê jî zarokên xwe da xwendin.

Ozek destnîşan kir ku li navçeyê çotkariyê dike, şahiya wî ya herî mezin ew e ku serftinên zarokên xwe dibîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın