Nihat Kavşut
02 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
MANÎSA
Karsaz û heywandarên ku ji bona şîrê keran çêwlik ava kirine ji ber xebatên ku nasnameyê bidin heywanên wekî hesp û ker kêfxweş in.
Li gor rêziknameya ku Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê amade kir û di Rojnameya Fermî da hat weşandin li Şehzadelera navçeya Manîsayê li çêwlika ku 180 ker lê hene xebatên amadakeriyê dest pê kirin.
Li gor rêziknameyê tê plankirin heta 31ê Kanûna 2019an nasname bidin heywanan û li gor guherînên li çêwlikê hatin kirin ji bona kerên avis û kerên didoşin û dehşikan beşên cuda hatin avakirin.

Turkan Egrîboyuna xwediya çêwlikê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di demên dawîn da ji ber eleqeyê ji bona şîrê keran çêwlik ava kirine û got ji ber ku nasnameya keran tunebû vî karî fermî xuya nedikir.
Egrîboyunê destnîşan kir bi dayîna nasnameyê wê sektora vî karî çêbe û wiha got: "Di çêwlika ku 6 sal berê hat avakirin da min bi fermî ev kar nedikir. Ji bona fermiyetê min serî li saziyên eleqedar xist. Me dixwest bi alîkariya wezaretê çêbe. Bi saya rêziknameya hat weşandin qeyda heywanên wekî hesp û keran çêbû. Bi saya nasnameyê wê bê zanîn ku ker jî wekî mihan çend salî ye, li ku ye û ya kê ye."
Turkan Egrîboyunê diyar kir ji bona ewlehiya xurekê jî nasnamedayîna keran girîng e û got ku bi saya vê wê bi qaçaxî ker neyên serjêkirin.
Egrîboyunê destnîşan kir cisnê hin keran li ber wendabûnê ye û got ku bi nasnameyê wê bên teqîbkirin.
Turkan Egrîboyunê diyar kir şîrê keran ji bona hin nexweşînan derman e û wiha got: "Kîloya şîrê keran bi 100 lireyî tê firotin. Divê wekî Ewropayê piştgiriyê bidin vê sektorê."