26 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
BÎNGOL
Bulent Tufenkciyê Wezîrê Gumruk û Ticaretê: "Deriyê Sînor yê Xabûrê vê gavê vekiriye, lê li gor berê çûyîn û hatin kêm bûye. Helbet di rojên pêş da îhtimal heye girtina Deriyê Sînor yê Xabûrê bê rojevê."
Tufenkcî beşdarî "Kongreya Veberhênerên Jin ya Neteweyî ya Bîngolê" bû û daxuyanî da rojnamevanan.
Bulent Tufenkcî diyar kir tetbîqata leşkerî ya li Silopiya navçeya Şirnexê wekî hatiye plankirin dewam dike.
Tufenkcî destnîşan kir leşkerên Iraqê jî tevlî tetbîqatê bûne û wiha got: "Hikûmeta Iraqê daxwaz dike ku li gor destûra binhgehîn deriyên sînor teslimî wan bikin. Li gor geşedanan wê gav bên avêtin."
Bulent Tufenkcî diyar kir girtina Deriyê Sînor yê Xebûrê di rojevê da wiha xeberda: "Deriyê Sînor yê Xabûrê vê gavê vekiriye, lê li gor berê çûyîn û hatin kêm bûye. Helbet di rojên pêş da îhtimal heye girtina Deriyê Sînor yê Xabûrê bê rojevê."
Tufenkcî destnîşan kir referanduma li bakurê Iraqê meşrû nîne û got em encamê jî qebûl nakin û wiha dewam kir: "Digel îtiraz û banga civaka navneteweyî gavên ku Barzanî avêtin di menfeta xwîşk û birayên me yên kurd da nîne û gelek caran Serokomar û Serokwezîrê me jî ev gotin. Helbet hin pirsgirêk wê hebin û piştî encamên referandumê wê pêvajoyeke hesas dest pê bike."