Türkan Tosun
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
ANKARA
Piyade Astsubay Serçawîş Musa Ozalkanê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li başûrê rojhilat ê Gulbabaya gundê Kilîsê di pevçûna bi endamên rêxstina terorî re şehîd ket, bi merasimeke fermî hat oxirkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasimê de der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wiha got: "Em lê mêze nakin ku gelo kê çi gotiye û kî çi dibêje yan jî kîjan dewlet çawa dinirxîne. Di vê mijarê da biryar ya vî gelî ye. Ev gel wê bi xwe navika xwe bibire û em ê destûrê nedin çend bêesl û serberedayiyên ku li ser sînorê me ne û aciziyê didin."
Merasim li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî çêbû.
Ji bilî Serokomar Erdogan, Serokê TBMMyê Îsmaîl Kahraman, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Alîkarê Serokwezîr Recep Akdag, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê Kemal Kiliçdaroglu, Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, eqrebayên şehîd Ozalkan û welatî beşdarî merasimê bûn.