Nihat Kavşut
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
ANKARA
TOBB û TUSÎAD: "Bingeha aboriya Tirkiyeyê zexm e û divê di vê pêvajoyê da hilberîna sektora reel û kapasîteya îstixdamê bê mihafezekirin."
Yekîtiya Borse û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) û Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirk (TUSÎAD) piştî şêwrên hatin kirin ji bona geşedanên di warê aboriyê da daxuyaniya hevbeş dan.
Di daxuyaniya TOBB û TUSÎADê da hat destnîşankirin ji bo armancên bernameya aboriyê ya hikûmetê eşkere kir û tevdîrên tên hildan bi cî werin wek karsaz em biryardar in ku piştgiriyê bidin.
Di daxuyaniya TOBB û TUSÎADê da hat diyarkirin bingeha aboriya Tirkiyeyê zexm e û di vê pêvajoyê da divê hilberîna sektora reel û kapasîteya îstixdamê bê mihafezekirin.
Di daxuyaniya TOBB û TUSÎADê da hat destnîşankirin ji bona pirsgirêkên bi Amerîkayê ra li gor şirîkatiya stratejîk bi diplomasiyê bên çareserkirin divê hewldan û xebat dewam bikin.
Di berdawiya daxuyaniya TOBB û TUSÎADê da wiha hat gotin: "Em bawer dikin heger tevdîrên hewcedar bi cî werin wê aboriya me dîsa bikeve rêya xwe û demildest bikeve pêvajoya mezinbûneke domdar."