Tirkiye

"Agahiya encamên otopsiyê eşkere bûn rast nîne"

Waliyê Qersê Rahmî Dogan: "Agahiya 'encamên otopsiyê eşkere bûn' a ku der heqê keça me Sedanûrê da di çapemeniyê da belav bû, rast nîne"

Önder Beyter  | 23.09.2018 - Rojanekırın : 23.09.2018
"Agahiya encamên otopsiyê eşkere bûn rast nîne"

Kars

KARS

Waliyê Qersê Rahmî Dogan ragihand, agahiya ku tê da tê gotin, encamên otopsiyê yên Sedanûr Guzel ku li navçeya Qaqizmanê wenda bû û 7 roj şûnda mirî hat dîtin eşkere bûn, rast nîne.

Walî Dogan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da da bibîrxistin, cinazeyê Sedanûr Guzela 9 salî ku li gundê Pasliyê wenda bûbû, duh bi qasî kîlomêtroyek li biniya gund hatibû dîtin ku bi kevir û xîçan va hatibû veşartin.

Dogan destnîşan kir ku li Serokatiya Komê ya Dezgeha Tiba Edlî ya li Erziromê otopsiya cinazeyê Guzelê hat kirin ku encamên wê hê nehatine eşkerekirin.

Dogan diyar kir ku, ji bo lêkolînê, nimûne şandine Wanê û wiha dewam kir, "Agahiya 'encamên otopsiyê eşkere bûn' a ku der heqê keça me Sedanûrê da di çapemeniyê da belav bû, rast nîne. Nimûneyên ku ji bo otopsiyê hatine wergirtin, seba lêkolînê ji bo Wanê hatine şandin û dema eşkere bibe, encam dê ji raya giştî ra bên ragihandin."

- Bûyer

Senanûr Guzel (9) li gundê Pasli yê Qaqizmana navçeya Qersê di 16ê îlonê da çûbû berhevkirina fêkiyên beyanî, lê wenda bûbû. Malbata ku li çolê tevî gundiyan derketibû lêgerînê, tu encam bi dest nexistibû û xeber dabû cendirmeyan.

Tîmên JAKê, ekîbên AFADê û peywirdarên UMKEyê ji bo dîtina Guzelê xebata lêgerînê dabûn destpêkirin.

Di encama xebatan da cinze bi qasî kîlomêtroyek li biniya gund hatibû dîtin ku bi kevir û xîçan va hatibû veşartin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.