Elif Orhan
11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku li Sûra navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derve ya ku li 6 taxan ev 9 roj in berdewam dike ji saet 23.00ê pê ve hat rakirin.
Li gor daxuyaniya ku Qaymeqamtiya Sûrê da de hat bibîrxistin ji bo ku dawî li fealiyetên terorê yên mensûbên PKKya rêxistina terorê yên ku li taxên navenda navçeyê zêde bûn bînin, nîzama kamûyê bê pêkanîn û ewlehiya can û malê welatiyan bê pêkanîn li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê û li Kolana Gaziyê di 2yê kanûna pêşîn de di saet 05.00ê de qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qedexe ji saet 23.00ê pê ve heta emreke duyemîn hat rakirin û wiha hat gotin: "Bi kêfxweşî hat dîtin ku welatiyên me ji bo ewlehiya can û malên xwe bi xwe bi hesasiyetî qedexeya derketina derva ya ku hat îlankirin, tetbîq kirin. Em ji ber hesasiyeta ku nîşan dan spasiya welatiyên xwe dikin."