Şaduman Türkay, Ali Osman Kaya
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Di salvegera 10emîn a hewildana derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ziyaretkirina "Miqamê Şehîdên 15ê Tîrmehê" û "Muzeya 15ê Tîrmehê ya Hafizeyê" dest pê kir.
Miqamê Şehîdên 15ê Tîrmehê û Muzeya 15ê Tîrmehê ya Hafizeyê li Aliyê Anadoluyê serê Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê ye. Ji bo "15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî" ji serê sibehê pê va ji 7 saliyan bigire heta 77 saliyan welatî hatin vê derê.
Ziyaretvan bi alayên Tirkiyeyê va hatin qadê, seba şehîdan dia kirin, li muzeya eşyayên welatiyan jî geriyan ku seba pêşîlêgirtina hewildana derbeyê têkoşîn dan û eşyayên wan di vê muzeyê da tên pêşandin.
Li vê derê dilê welatiyan şewitî û giriyan.